Li Amedê komxebata rêveberiyên xwecihî: Divê qadên hilberîna komunal bên avakirin

Parve bike:

AMED - Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk di “Komxebata di rêveberiyên xwecihî de aborî, komun û kooperatîf” de axivî û got: “Qadên hilberîna komunal, tecrûbeyên kooperatîfan, xebatên çandinî û xurekan, pratîkên hilberîna hevpar û torên piştevaniyê; li dijî feraseta aboriyê ya piyasayê esas digire hewceye nîşan bidin ku modelên cuda yên pêdiviyên civakê esas digirin pêkan in.” 

 
Li Eywana Konferansê ya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê, bi pêşengtiya Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB) “Komxebata di rêveberiyên xwecihî de aborî, komun û kooperatîf” hat lidarxistin. Gelek rêveber û xebatkarên şaredariyan tev li bûn. Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk di destpêka komxebatê de axivî û got nîqaşên aboriyê yên di rêveberiyên xwecihî de hewceye ne tenê di bin sernavên hilberîn, budçe û îstîhdamê de bên kirin. 
 
Çelîk, diyar kir ku biqasî aliyê aborî, ewqas jî aliyekî civakî, ekolojîk û siyasî yê pêvajoyê heye û di nav xwe de gelek krîzan dihewîne. Çelîk, wiha domand: “Pergala aboriyê ya heyî, tevahiya qadên jiyanê girêdayî têkiliyên piyasayê dike û wisa teşe didê. Anku bi xwe re avadaniyeke kedê bêqîmet dike, xwezayê texrîb dike, mekanîzmayên piştevaniya civakî qels dike û hilberînê ji civakê qut dike ava dike. Bi taybet jî nedîtina keda jinê, zêdebûna xebata bêtemînat,  pirsgirêkên karkerên demsalî dijîn, koça ber bi bajaran ve, xizanî, îstîhdam û polîtîkayên bişftinê yên li ser karkeran tevek jî encama vê krîzê ye. Lewma jî meseleya dê jiyana aborî çawa were birêxistinkirin, hilberîn dê li gorî kîjan pêdiviyan teşe bigire û çavkaniyên civakî çawa bên parvekirin e. Rola rêveberiyên xwecihî jî tam di vê kêliyê de derdikeve pêş. Berpirsyartiya rêveberiyên xwecihî ye ku saziyên xizmetê dikin, jiyana civakî xurt dikin, piştevaniyê mezin dike, pêdiviyên gel esas digirin û polîtîkayên yekser gel tev li dike pêş bixe.” 
 
‘MODELÊN CUDA PÊKAN IN’ 
 
Çelîk, di dirêjiya axaftina xwe de got xebatên aboriyê yên di bin sîwana rêveberiyên xwecihî de tên meşandin bi xwe re tecrûbeyên girîng tînin û wiha pê de çû: “Qadên hilberîna komunal, tecrûbeyên kooperatîfan, xebatên çandinî û xurekan, pratîkên hilberîna hevpar û torên piştevaniyê; li dijî feraseta aboriyê ya piyasayê esas digire hewceye nîşan bidin ku modelên cuda yên pêdiviyên civakê esas digirin pêkan in. Li şûna pratîkên aboriyê yên bilez û bêzemîn; hewcehî bi modelên demdirêj, rêxistinkirî û domdar ên xwe dispêrin pêdiviyên gelê herêmê heye.” 
 
ARMANCA SEREKE YA KOMXEBATÊ 
 
Çelîk, destnîşan kir ku armanca sereke ya komxebata wan, hevparîkirina tecrûbeyên heyî yên di qada aboriyê de, bi hev re nirxandina pratîkên cuda yên rêveberiyên xwecihî û nîqaşeke berfireh a li dora perspektîfeke aboriyê ya xurtir e. 
 
Piştî axaftina destpêkê, komxebat ji çapemeniyê re girtî domiya. Dê encamnameya komxebatê piştre were aşkerakirin.