‘Torena 300 endaman’ a AKP’ê ya li Colemêrgê vala derket!

Parve bike:

COLEMÊRG - AKP’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li gundê Peyanisê yê Colemêrgê 300 kes tev li partiya wan bûne. Şêniyên gund ev daxuyanî derewand û gotin tenê 17 kes tev li bûne. 

 
Di 18’ê Gulanê de li avahiya Rêxistina AKP’ê ya Colemêrgê bi îdiaya ku “ji gundê Peyanisê 300 kes tev li AKP’ê bûne” torenek hat lidarxistin. Derket holê ku îdiaya behsa xeberê nerast e. Piştî nûçeyên hatin parvekirin, şêniyên gundê Peyanisê li gund kom bûn û daxuyaniyek dan. Li ser navê gundiyan Cemîl Kurt axivî û got: “Kesek nikare li ser navê vî gundî biaxive û kesek nikare îdiaya nûnertiya siyasî ya gelê Peyanisê bike.” 
 
Şêniyên gund, dan zanîn ku tenê 17 kes tev li AKP’ê bûne û endamên berê weke qeydên nû hatine nîşandan. 
 
Li hêla din; çendek meh berê ji Partiya Gelecekê 400 endaman îstîfa kiribûn û hatibû îdiakirin ku ev kes tev li AKP’ê bûne. Lêbelê Serokê Partiya Gelecekê yê Colemêrgê Nevzat Daglar bi daxuyaniyekê ev îdia derewandibû û gotibû tenê 3 kes tev li bûne.