Li gorî Meclisê daxwaza ‘lêkolîna cîneyetên kiryar nediyar’ qebe ye

Parve bike:
ENQERE - Pêşnûmeya Lêkolînê ya têkildarî “cînayetên kiryar nediyar” ku pêşkêşî Meclisê hatibû kirin, “qebe” hate dîtin û hate redkirin.
 
Parlamnetera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolîna cînayetên kiryar nediyar, kesên bi darê zorê hatine windakirin di 27’ê Nîsanê de Pêşnûmeya Lêkolînê pêşkêşî Meclisê kir. Serokatiya Meclisê di 18’ê Gulanê de pêşnûmeyê da û peyvên “bajarên Kurdan” wek “qebe” nirxand û pêşnûme red kir.  
 
Serokatiya Meclisê, daxwaza sererastkirin an guhertina van peyvan kir û pêşnûme red kir. 
 
‘HEQÎQETÊN BI ÎNKARÊ HATINE VEŞARTIN HENE’
 
Newroz Uysal Aslanê têkildarî rewşê daxuyanî da û ev tişt got: “Di pêşnûmeya me de tu peyvek “qebe” nîn e. Tenê heqîqetên bi înkar, bi bêdengî, bi cezayê hatine veşartin hene. Ya qebe binavkirina bûyerên ku li bajarên Kurdan qewimîne an tevî lêgerîna edaletê ya dayikan girtina arşîvên dewletê ye?” Newroz Uysal Aslanê bal kişand ser gotina “dem li edaletê nabuhure” ya Wezîrê Dadê Akin Gurlek û wiha pê de çû: “Madem dem li edaletê nabuhure, nexwe ev rêgez divê tenê bi çend dosya sînordar nemîne. Divê dosyayên ji Musa Anter, Vedat Aydin, Nezîr Tekçî heta Vartînîs, Licê, jêrzemînên Cizîr, Roboskî û Tahîr Elçî hemû dosyayên di tariyê de mane di nava vê rêgezê de cih bigire. Heqîqet qebe nayê hesibandin. A qebe ew e ku heqîqet were veşartin.”