ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdivî bi gavên hiqûqî hene û got: “Ji Meclîsê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclîsê, desthilatê û çêkirina qanûnan e.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de bi boneya erdheja vê şeveqê li Meletiyê rû da ji xelkê herêmê re selametiyê xwest.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku rapora Meclisê ji bo her kesî wek nexşerêyek e û gavên ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê diyar in.
BENDEWARIYA HEVPAR RAYA DEMOKRATÎK
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev yek anî ziman: “Ev mijara ku di rojeva civakê de ye, divê di rojeva saziya siyaset3e de be jî. Daxuyaniyên birêz Bahçelî girîng bûn. Di serî de birêz Ocalan û hemû muxatab ji bo pêşvebirina pêvajoyê di nava hewldanan de ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Meclis jî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye. Li gorî rapora hevpar a Komîsyona Meclisê divê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Ji Meclisê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclisê, desthilatê û çêkirina qanûnan e. Her gaveke qanûnî ku ji bo pêvajoyê bê avêtin dê bibe mîsogeriya demokrasiyê. Ji bo avêtina gavên qanûnî hewceyî bi wêrekiyê heye. Bi avêtina van gavan hemû kes dikare sûdê werbigire. Weke DEM Partiyê em jî amade ne ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Êdî ne dema gotinan e lê dema pratîkê ye.”