Erdogan: Em bi şirîkê xwe re pêngavên nû nîqaş dikin

Parve bike:
ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma AKP’ê de axivî û têkildarî pêvajoyê got: “Em bi şirîkê xwe re rê û rêbaz û pêngavên nû nîqaş dikin.” 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, di civîna heftane ya partiya xwe de axivî. Erdogan têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têgeha “tesfiye”yê bi kar anî û got: “Saziyên dewleta me yên têkildar, li ser modelên cuda yên ku dê lez bidin pêvajoya tesfiyekirina rêxistinê dixebitin. Tevî şirîkê xwe em li ser rê û rêbaz û pêngavên dê kapasîteya çareseriyê ya siyasetê mezin bike nîqaş dikin.”