Li Wanê ji bo rêya ku 5 meh in girtî ye xebat hate destpêkirin
- Rojane
- |
- 20 Gulan 2026 16:27
- |
WAN - Rêya di navbera Wan û Mîksê de ku ev 5 meh in ji ber berfê girtî bû, ji bo bê vekirin xebat hatin destpêkirin.
Mudiriyeta Rêbej a Herêma 11’emîn ji bo paqijiya berfa li ser rêya Wan - Mîksê ku ev 5 meh in girtî ye, dest bi xebatê kir. Ji bo paqijiya berfa 3-4 metreyî ya li ser rêya ku ji ber xetereya aşûtê û ewlehiyê welatiyan hatibû girtin, wesayîtên kar bê navber dixebitin.
Şêniyên navçeyê, ev 5 meh in rêya navçeya Hîzan a Bedlîsê bi kar tînin. Piştî germbûna hewayê, xebatên paqijiya berfê dest pê kir û tê payîn ku xebatên paqijiyê dê di nava heftiyekî de bi dawî be.