Li Mêrdînê cinayeta kar

Parve bike:
MÊRDÎN – Li navçeya Artûklûyê, karker Tahîr Çiçek ê 62 salî yê di bin trafoyê ceryanê de ma jiyana xwe ji dest da. 
 
Li kargeheke di navbera gundê Girherrîn û Goliyê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê, trafoyê ku dema ji qamyonê hat daxistin ket xwarê. Karker Tahîr Çiçek ê 62 salî yê li wir b», di bin trafo de ma. Piştî haypêxistinê cendirme û polîsa hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku Çiçek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê Çiçek rakirin morgê. Piştî karen otopsiyê hat veşartin.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.