Cevdet Yilmaz: Civîna ewil a lijneyê di 24'ê Tebaxê de ye

Parve bike:
ENQERE - Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, daxuyand ku dê civîna ewil a lijneyê ku di qanûnê de hatiye pênasekirin û dê di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de bê kirin, di 24'ê Tebaxê de bê çêkirin. 
 
"Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî De" ya li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Piştî vê Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyanî da. 
 
Yilmaz ku ji bo weşandina di Rojnameya Fermî de ya qanûnê got "li ser xêrê be", got: "Wezîrên me yên endamên lijneyê û saziyên me jî xebatên xwe yên di bin berpirsiyariya xwe de dane destpêkirin. Em plan dikin ku civîna ewil a lijneyê dê di 24'ê Tebaxê de çêbikin. Dê di vê civînê de li ser esas û usûlen lijneya me û binkomîsyonên li gor pêdiviyên çekberdanê û pêvajoya fesikirinê yên bên avakirin bê sekinandin. Her wiha dê li ser xalên ku endamên lijneya me bînin rojevê û tiştên divê di navbera saziyên me de bê kirin jî bê sekinandin. Dê lijneya me ji bo yekîtiya me ya neteweyî, biratiya me û aramiya me bi koordînasyoneke çalak bixebite û ji bo wezîfe û berpirsiyariyên di Qanûna bi hejmar 7595'an de hatine pênasekirin bi cih bîne, dê zede hewl bide."