Welatiyên beşdarî Mihrîcana Geverê bûn: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî azad pêvajoyê bişopîne
- Rojane
- |
- 18 Tebax 2026 11:41
- |
COLEMÊRG- Welatiyên beşdarî Mihrîcana Çand û Hunerê ya Geverê bûn, gotin: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzakerevan e, divê pêvajoyê li derve, di şert û mercên azad de bişopîne."
Di roja yekem a Mihricana Çand û Hunerê ya 1'emîn a Geverê de ku ji aliyê Şaredariya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li gundê Memkan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê hat lidarxistin, çalakiyên zarokan hatin lidarxistin û hunermend Serdar Canan û Berjin Kaplan derketin ser dikê. Roja duyem a mihrican bi konserta Koma Amed bi dawî bû.
Welatiyên ku beşdarî mihricanê bûn diyar kirin ku qanûna çarçoveyê têrker nîne û bal kişandin ser wê yekê ku daxwaza wan a sereke azadiya fizîkî û statuya qanûnî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Welatiyan got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Lewma, em dixwazin ku Abdullah Ocalan pêvajoyê ji derve û di şert û mercên azadiyê de bişopîne û azadiya wî ya fizîkî demildest were misogerkirin."