Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2022-05-22 14:24:03   STENBOL - Li navçeya Beykozê jina bî navê Handan Uyaroglu ji aliyê Mesût Uzun ve hat qetilkirin.   Li Taxa Fatîh a navçeya Beykoz a Stenbolê jina bi navê Handan Uyaroglu ji aliyê kesê bi navê Mesût Uzun ve bi çekê hat qetilkirin. Hat zanîn ku kujer piştî kuştina Uyaroglu li hevalê xwe geriyaye û jê re gotiye "Min tiştekî xirab kiriye û ez vaye diçim." Piştî ku hevalê Uzun agahiya bûyerê daye polîsan, tîmên tenduristiyê û tîmên lêkolînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê piştî hinek kontrolan diyar kirin ku Uyaroglu jiyana xwe ji dest daye û Uzun ê ku xwestiye xwe bi heman demanceyê bikuje jî birîndar bûye. Cenazeyê Uyaroglu rakirin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û kujerê wê jî rakirin nexweşxaneyê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.