Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin 2022-05-23 09:24:19 ANTALYA - Li Antalyayê di 8’ê Adarê de derbarê ji 40 kesên tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û polîsan bi lêdanê wan binçav kiribû, doz hat vekirin.  Endamên Platforma Jinan a Antalyayê di 8’ê Adara 2022’yan de xwestibûn Meşa Şevê ya Femînîst li dar bixin. Jinên ku li Deriyê Hadrian kom bûbûn bi tundî û êrişa polîsan re rûbirû mabûn. Di êrişa polîsan de 34 jin û 6 endamên LGBTİ+ bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya 40 kesan hatibû girtin, hatibûn berdan. Derbarê 40 kesan de ji sûcê “muxalefetiya li dijî qanûna meş û xwepêşandanan a jimara 2911’an” doz hat vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve htibû amadekirin ji hêla Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Antalyayê ya 8’emîn ve hat qebûlkirin.   Di îdianameya hatiye amadekirin de tundî û gefên polîsan ji nedîtî ve hatiye û 40 kes hatine sûcdarkirin.    ‘POLÎSAN SÛC KIR’    Yek ji van kesên derbarê wî de doz hatiye vekirin jî parêzer Ahmet Çevîk e. Çevîk diyar kir ku polîsan bi awayek dijqanûnî êrişî meşa şevê ya jinan kiriye û di êrişê de tevî wî gotiye ew parêzer e jî lê polîsan lê daye û binçav kiriye. Çevîk anî ziman ku tevî wan derbarê karûbarên binçavkirinê de gilî kiriye jî lê derbarê wan de doz hatiye vekirin û got: “Di şûna ku tawanbariya polîsan bihata dîtin û derbarê wan de doz bihata vekirin, lê derbarê me de doz vekirine. Min wê çaxê jî got û niha jî dibêjin polîsan li hemberî me sûc kir.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen