Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî 2023-03-09 09:00:51 WAN - Xwendekara dibistana amadehî Nazî Alamdariyê diyar kir ku li Îranê di êrişên bi gazên jehrî yên li hemberî dibistanên xwendekarên keç de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û got ku hejmara rast nayê eşkerekirin.    Li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 30'yê mijdara 2022'yan ve li hemberî dibistanên xwendekarên keç êrişên bi gazên jehrî tên kirin. Derket holê ku di êrişan de herî kêm 650 xwendekarên keç jehrî bûne. Piraniya xwendekar ji ber gêjbûn û bêhnçikandinê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. piştî vê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Yûnûs Panahî daxuyaniyek belav kir. Wezîr bûyer piştrast kir û got ku lêpirsîn dane destpêkirin.    Ewilî li Kûmê Dibistana Amadehî ya Teknîkê ya Nûrê di 30'yê mijdara 2022'yan de rastî êrişa bi gazên jehrî hat. Xwendekara lîseyê Nazî Alamdariyê destnîşan kir ku armanca van êrişan ew e ku keç nexwînin.    Alemdariyê anî ziman ku li dibistanekê di dema êrişan de midûr zarok hiştine û reviyaye û wiha got: "Midûr derî li ser zarokan girt û reviya. Paşê xwendekar ji dibistanê hatine derxistin û hefteyekê nikaribûn biçin dibistanê.Çima mêr bi rihetî dixwînin lê em keç ji tirsa li malê bin? Çi dibe bila bibe em ê biçin dibistanê."    DÎMENÊN ÊRIŞKAR HENE   Bi domdarî Alamdarî da zanîn ku li heman kuçeyê dibistaneke taybet jî rastî heman êrişê hatiye û ev tişt anî ziman: "Roja êrişê em pir tirsiyan. Hevaleke me ya li dibistana dewletê jiyana xwe ji dest da lê ev di çapemeniyê de nehat belavkirin. Dixwazin ser bûyerê bigirin. Li hemû dibistanan kamera hene. Di kamerayên dibistanekê de êrişkar hatiye tespîtkirin, lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin."    Di berdewamê de Alamdarî bi lêv kir ku ew nizanin bê ka kî van êrişan dikin û wiha pê de çû: "Lê tişta em dizanin naxwazin em keç bixwînin. Tevî hemû êrişan jî em keç dê bixwînin. Gelek xwendekar paş de gav neavêtine. Em bi fikra 'ger em bimirin bila em li dibistana xwe bimirin' tevdigerin."    REJÎM NAXWAZE KEÇ BIÇIN DIBISTANÊ   Alamdarî diyar kir ku ew bi xwe rastî êrişa bi gaza jehrî nehatiye lê ev ji hevalên xwe bihîstiye û wiha dom kir: "Hevalên me gotin, 'beriya êrişê li dibistanan bêhna gazê hat, roja bûyerê bêhneke girantir hat û em jehrî bûn.' Em êdî ji êrişan natirsin. Em wisa yeqîn dikin ku rejîm vê yekê dike. Rejîm naxwaze em bixwînin."    Alamdariyê destnîşan kir ku li ber dibistanan polîs hene, lê çawa çê dibe ev êriş tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Hin malbat zarokên xwe bi maskeyan dişînin dibistanê û hin malbat jî li malê perwerdehiya zarokên xwe didomînin. Li hin deverên Îranê gelek xwendekarên keç jiyana xwe ji dest didin, lê ev di çapemeniyê de xuya nake."    MA / Berîvan Kûtlû