Şandeya Skotlandê li Kobanê ye 2023-03-11 16:54:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke jinan a ji Skotlandê serdana saziyên jinan ên bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.   Şandeyeke jinan a ji Skotlandê ku ji Victoria Matigova, Yvonne Blake, Jennifer Clapham, Bronagh Gallagher û Lona Gil Soper pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, da ku rola jinan, astengiyên li pêş wan ên di xebatên siyasî, aborî, civakî û çandî de, destkeftiyên di şoreşa Rojava de û projeya neteweya demokratîk bişopînin.   Şandeyê serdana Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, Muzexaneya Kobanê û Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kir.   Tê payîn şande di çend rojên bê de serdana saziyên din ên Rêveberiya Xweser bike.