Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne! 2023-03-13 11:33:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Dogan Aydal ku ji bo tev li Tifaqa Cûmhûr bibe hatibû vexwendin got ku wan şertê betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an ji AKP'ê re ragihandine û ji wan re jî ev bersiv hatiye dayîn: "Pirsgirêk nîne."    Cigîrê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Dogan Aydal ku weke mêvan tev li bernameyeke televizyonê bû, bal kişand ser mijarên hevdîtina wan a bi Tifaqa Cûmhûr re ya li ser hilbijartinê. Aydal ê ku ji bo tev li tifaqê bibe têkildarî 30 xalan axaftineke bal kêş kir, diyar kir ku wan şertê betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an a Qanûna Têkildarî Pêşî LêgirtinaTundiya li Dijî Jinê û Parastina Malbatê ji AKP'ê re ragihandine û ji wan re jî ev bersiv hatiye dayîn: "Pirsgirêk nîne."   Aydal got, “Daxwazên me bi nivîskî ji wan re hatin ragihandin û di dema vê ragihandinê de ev hemû xal yek bi yek hatin xwendin û li aliyê din jî gotin 'pirsgirêk nîne'.”   Çend şertên ku Partiya Yenîden Refahê ji AKP’ê re ji bo tev li Tifaqa Cûmhûr bibe ragihandin wiha ne:    * Bi logoya xwe bikevin hilbijartinan    * Girtina komeleyên LGBT’iyan.    * Rakirina Qanûna 6284’ê.    * Rakirina nefeqeya bêsînor   * Anîna pergaleke perwerdehiyê ya exlaq û manewiyatê”