Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin 2023-03-15 12:47:47   WAN - Jinên îranî çalakiyên Jîna Emînî veguhestin qadên Newrozê. Jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” agirê Newrozê hil kirin û rejîm protesto kirin.    Piştî qetilkirina Jîna Emînî (22) li paytexta Îranê Tehranê, di serî de li rojhilatê Kurdisanê, li seranserî bajarên Îranê çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin. Çalakî hêj berdewam dikin. Çalakiyên ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kirin, niha jî veguhezîn qadên Newrozê. Jinên ku li Rojhilat û Îranê daketin kolanan, dersokên xwe derxistin û avêtin nava agirê Newrozê. Jinan li dora agirê Newrozê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û Newroz pîroz kirin.