Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da 2023-03-17 11:51:08   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jineke ciwan a 17 salî ku duh ji Qoserê çû cem xizmên xwe yên li navçeya Mehsertê întîhar kiriye.    Hat îdiakirin ku jina ciwan a 17 salî N.A. li gundê Xirbê Mamitê yê navçeya Mehserte ya Mêrdînê întîhar kiriye. Li gorî îdiayan, bûyer dema kesek ne li malê qewimî ye û piştî ku xizmên jina ciwan di serê sibehê de çûn malê bi rewşê hesiyane. Piştî ku xizmên wê agahî dan, li cihê bûyerê tîmên cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin. Jina ciwan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Hat zanîn ku malbata jina ciwan li Qoserê dijî û duh çûye cem xizmên xwe yên li gundê Mehsertê.