HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe

  • jin
  • 14:53 4 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Konferansa Meclîsa Jinan a HDK'ê ya bi sernavê "Em li dijî serdestiya mêr rêbazên têkoşîn û berxwedanê diaxifin" dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di konferansê de wiha got: "Sekna rêxistinên jinan dê pêşeroja jinan bi hêz bike. Ligel her cureyên êrişan tevgera jinên cîhanê hêza xwe dikin yek bi hev re çalakiyan li dar dixin. Ev tişt ji bo jinan girîng e."
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), bi sernavê "Em li dijî serdestiya mêr rêbazên têkoşîn û berxwedanê diaxifin" konferansek pêk tîne. Konferansa ku du rojan bidome li salona konferansê ya li Çaglayanê pêk tê. Di konferansê de gelek mijar dê di kargehan de bê nîqaşkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, berdevka HDP'ê û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay, hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, pêkhateyên HDK'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û gelek rêxistinên jinan ên femînist tevlî konferansê bûn. Li salona konferansê pankartên wekî "Sînorê piştevaniya jinan tuneye", “Jin jiyan azadî” û bi kurdî, ermenî, erebî, suryanî, rumî, abazî, çerkezî û tirkî "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" hat daliqandin. 
 
SILAV JI JINÊN GIRTÎ RE ŞAND 
 
Destpêkê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û bal kişand ser girîngiya konferansê. Demîr derbarê konferansê de wiha axivî: "Di navbera salên 2020-2021'an de jinan gelek bedelên giran da. Di vê demê de jî piştevaniya jinan mezin bû. Pirsgirêka aborî derket asta herî jor, şîdet û zextên li hemberî jinê roj bi roj zêde bû, lê berxwedana jinan jî derket asta herî jor. Em li vir silavên xwe ji Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û hemû rêhevalên xwe bi rêdikin û em berxwedana jinên têkoşer silav dikin." 
 
JIN BI TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNIN  
 
Demîr destnîşan kir ku bi sedan jin bi tundiya dewlet-mêr re rûbirû ma û got: "Jinên ku mafê xweparastinê bikartînin tên cezakirin wek Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan û hwd. Lê divê bê zanîn ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin. Jinên ku parastina xwe li hemberî hiqûqa mêr-dewlet û pergalê bi cezayên giran re rûbirû dimînin. Em ê bi jinan re xeta têkoşîna hevpar biafarînin û berxwedana xwe mezin bikin." 
 
WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME
 
Demîr di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û wiha axivî: "Di çalakiyên 25'ê Mijdarê de jin li cem hev bûn û bi hev re daketin qadan. Her roja ku derbas dibe têkoşîna jinan bi hêz dibe. Sedsala 21'an ji bo têkoşîna jinan sedsala herî bi hêz e. Çend jin bedelên giran bidin jî dê azad bibin. Li Rojava jin li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan, em wan jinan silav dikin. Berxwedana wan jinan ji cîhanê re bû mînak. Her wiha sekna rêxistinên jinan dê pêşeroja jinan bi hêz bike. Ligel her cureyên êrişan tevgera jinên cîhanê hêza xwe dikin yek bi hev re çalakiyan li dar dixin. Ev tişt ji bo jinan girîng e. Di dema OHAL'ê de kesek nedikarî derkeve derve, lê jinan berê xwe da qadan. Em ê her tim li her derê têkoşîna xwe li qadan bidin meşandin."
 
Konferans ji çapemeniyê re girtî didome.