Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin

  • jin
  • 16:50 4 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Şaxên ÎHD’yê yên bajarên bakurê Kurdistanê diyar kirin ku ew ê ji bo Îpek Er têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. 

 
Komîsyonên Jinan ên Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Riha, Semsûr, Sêrt, Agirî, Mereş û Qersê têkildarî doza Îpek Er ku 10 sal tenê ceza li kujer û tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan hat birîn daxuyaniyek nivîskî weşandin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin Mûsa Orhan bûye sedema mirina Îpek Er û hêj li derve serbest digere û xwestin dawî li vê rewşa bêcezakirina kujer û faîlan were. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew kuştin, tundî û destdirêjiya li ser jinan û zarokan qebûl nakin û wê ji bo doza Îpek Er têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.