Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin

  • jin
  • 11:57 6 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, ji ber ku rapora têkildarî materyalên dîjîtal ên aîdî wê negihiştinê dadgehê, hat taloqkirin. 
 
Danişîna doza ku Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Kaya ya negirtî tê darizandin beşdar nebû de parêzera wê amade bû. Dadgehê diyar kir ku rapora têkildarî materyalên dîjîtal ên aîdî wê ku danişîna beriya niha ji miduriyeta polîsan xwestibûn negihiştinê ber destê wan. 
 
Dadgehê, danişîn taloqî 7’ê Adara 2022’yê kir.