Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 12:45 6 Kanûn 2021
  • |
img
KAYSERÎ - Li navçeya Kocasînan Îsmaîl Çakir, Zehra Çakir a di asta hevberdanê de bû qetil kir. 
 
Li navçeya Kocasînan a Qeyseriyê Îsmaîl Çakir (60), Zehra Çakir (39) a di asta hevberdanê de bû bi çekê qetil kir. Faîl pişt re xwe jî birîndar kir. Piştî ku cîranan dengê çekê bihîstin û agahî dan, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê li malê tespît kirin ku Zehra Çakir jiyana xwe ji dest daye. Îsmaîl Çakir ê birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyes a Qeyseriyê. Cenazeyê Zehra Çakir jî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê.