Li Mûşê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 11:19 24 Hezîran 2022
  • |
img
WAN - Jina bi navê H.G. li Mûşê ji hêla hevjînê xwe K.G. ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê H.G. (72) ku li Taxa Hurriyet a Mûşê dijiya, ji hêla hevjînê xwe yê bi navê K.G. (92) ve bi çekê hate qetilkirin. Piştî bihîstina dengê çekê, cîranên wan agahî dan hêzên ewlekariyê û polîs û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Dema polîs û xebatkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê jî dîtin ku H.G. hatiye qetilkirin. Cenazeyê H.G. ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. 
 
Li hêla din nehat zanîn bê ka K.G. hatiye girtin an na û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.