Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê

  • jin
  • 16:18 27 Hezîran 2022
  • |
img
MUGLA - Serdozgeriya Komarê ya Muglayê daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn ê bi navê Cemal Metîn Avci ya bi îdiaya “tehrîka nerewa” bir Dadgeha Îstînafê.
 
Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji hêla kujer Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer Avci, bi sedema “bi hestên cinawerî û bi plankirî hatiye qetilkirin” û bi cezayê muebbeta giran dihat darizandin. Lê belê şandeya dadgehê bi îdiaya "tehrîka nerewa” cezayê kujer Avci daxist 23 salan ku tenê dê 14 salan di girtîgehê de bimîne. Her wiha ji bo birayê kujer Avci, Mertcan Avci jî biryara beraetê hatibû dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Muglayê da zanîn ku ev biryar birine Dadgeha Îstînafê.