Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn

  • jin
  • 12:45 28 Hezîran 2022
  • |
img
HATAY - Ji ber Mencî Orman a 67 salî di pîrozbahiyên Newrozê de kefiya kesk, sor û zer hejandibû, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Li navçeya Dortyola Hatayê di pîrozbahiya Newrozê ya di 22’yê adara 2015’an de û di newroza îsal de Mencî Orman (67) û keça xwe Şahîde Orman Ozek bi kefiya kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyan bûbûn. Bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” derbarê dayik û keça wê de du dozên cuda hatin vekirin. Danişîna doza ewil li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hate dîtin. Di danişîna dayik û keçên negirtî tên darizandin tev li nebûn de parêzera wan Mehtap Sert amade bû. 
 
 PARASTINA HATIBÛ WERGIRTIN HATE XWENDIN
 
Di danişînê de parastina Mencî Orman a di 20’ê hezîranê de bi fermanê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Dortyolê hatibû wergirtin, hate xwendin. Di parastina bi rêya wergêrê hate wergirtin de, Orman sûcdarî qebûl nekiribû û wiha gotibû: “Ez çûm wê derê. Li wir rûniştim. Min li erdê parçeyekî paçik ku dişibe laçikê dît. Min jî ji wir girt û bi pişta xwe ve girêda. Pişt re hatim malê. Dû re polîs hatin û ji min re gotin ew paçikê min bi pişta xwe ve girêdaye qedexe ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”
 
DAXWAZA BERAETÊ
 
Parêzer Mehtap Sert bi bîr xist ku muwekîla wê tirkî nizane, tevî vê yekê bêyî parêzerê wê hebe û bi rêya wergerê îfadeya wê hatiye wergirtin û da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê bi destûra qeymeqamtiyê hatine kirin, muwekîla wê paçikê di destê kesên li wir govend digerînin de hejandiye. Sert, destnîşan kir ku ev yek jî di nava xwe de tundiyê nahewîne û ji ber muwekîla wê pîr e bandorê li kesê jî nake û wiha got: “Muwekîla min xwendin û nivîsîna wê nîne, nizane ku paçikê di destê wê de dibe ala PKK’ê. Çalakiyeke muwekîl ku tundiyê di nava xwe de dihewîne jî nîne. Ji ber vê yekê daxwaza me ewe ku ji sûcê tê sûcdarkirin were beraetkirin.”
 
10 MEH CEZAYÊ HEFSÊ HATE BIRÎN
 
Dadgehê bi îdiaya Orman bi hejandina kefiya kesk, sor û zer sûcê “propagandaya rêxistinê” kiriye 10 meh cezayê hefsê li Orman birî û ceza taloq kir. 
 
DANIŞÎNA OZEK HATE TALOQKIRIN 
 
Parêzer Sert a di danişîna doza Şahîde Orman Ozek a li Nexweşxaneya Nexweşiyên Betan û Ruh a Dr.Ekrem a Edeneyê tedawiyê dibîne de jî parastin kir, diyar kir ku muwekîla wê nexweş e û wiha got: “Çalakiya muwekîla min gerandina govendê ye. Armanca wê teşwîqkirina tundiyê an jî pesindayîna tundiyê nîne. Her wiha tevgera wê ya di Newroza 2015’an de li gorî TCK’ê nabe sûc. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”
 
Şandeya dadgehê biryar da ku têkildarî rewşa Ozek ji Nexweşxaneya Nexweşiyên Betan û Ruh a Dr.Ekrem a Edeneyê muzakere were nivîsîn û danişîn taloqî dîrokeke pêş kir.