Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir

  • jin
  • 12:52 12 Tebax 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, ji bo ku Hattap D. ê kurê hikumxwarê Doza N.Ç. Şeyhdavut D. û pismamê wî Hasan D. ku tecawizî jinek ciwan kiribûn, bên darizandin ketin tevgerê. 

Ajansa me Mezopotamyayê nûçeya bûyera tecawizê ku di sala 2013’an de hatibû serê jinek ciwan, belav kiribû. Jina ciwan di sala 2013’an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi tecawiza Hattap D. ê kurê hikumxwarê Doza N.Ç. Şeyhdavut D. û pismamê wî Hasan D. re rûbirû mabû. Piştî nûçeya me Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê ket tevgerê. Rêveberên Navendê serdana vê jina ciwan kirin û serlêdana jina ciwan wergirtin. Cîgira Serokê Baroya Mêrdînê Rûşen Bîngul diyar kir ku ji bo her du tecawizkar bên darizandin, dê daxilî dozê bibin û dê bûyerê bişopînin.  
 
Berdevka HDP’ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay jî mijarê bir rojeva Meclisê û pêşniyazpirs arasteyî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir. Gunay xwest pirsên derbarê bûyerê de ku kiriye, Wezîr Bekîr Bozdag bibersivîne.