Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

  • jin
  • 13:17 14 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Di hefteya 21'an a Nobeta Edaletê ya Stenbolê de nêzî 40 kes hatibûn binçavkirin. Tevahiya binçavkiriyan hatin berdan.  
 
Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, di hefteya 21'an de duh li Stenbolê xwestin li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê çalakiya Nobeta Edaletê li dar bixin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin û di encamê de 40 kes hatin derbkirin û binçavkirin. Kesên binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Bahçelîevlerê hatin kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, tevahiya binçavkiriyan şevê din hatin berdan.  
 
Navên hin kesên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û piştre hatine berdan wiha ne: “Fînce Akman, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş, Kumrî Akgul, Zeynep Calihan, Hevseroka HDP'a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk, Suleyman Çelîk, Hevseroka HDP'a Bahçelîevlerê Fatma Çatak, Resûl Çatak, Hevberdevkê HDK’a Stenbolê Erkan Tepelî, Fîkrî Oztürk, Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç, Hevserokê HDP'ê Bakirkoyê Sadik Yilmaz û Endama Meclisa Ciwanan Mîzgîn Taşdemîr.”