Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin

  • jin
  • 13:42 14 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Kesê bi navê Baran Kizil ku li Amedê Îpek Gulşen a ji bo xwe li kar digeriya ji ewil xapand, tacîz kir û piştre jî bi gotina “li pişt min dewlet heye” gef lê xwar, hate girtin. 
 
Kesê bi navê Baran Kizil ku li Amedê Îpek Gulşen a ji bo xwe li kar digeriya ji ewil xapand, tacîz kir, hewl da destdirêjiyê lê bike û bi gotina “li pişt min dewlet heye” gef lê dixwar, di roja înê de hat binçavkirin. Kizil, bi sûcdariyên “gef” û “tacîzê” sewqî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, Kizil sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hat kirin û ji ber sûcên “gef” û “tacîzê” hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
Îpek Gulşen, bi sedema “xapandin”, “gef” û “heqaretê” li dozgeriyê giliyê Kizil kiribû. Di vê pêvajoyê de Gulşen gelek caran rastî gefên kuştinê yên Kizil hat. Îpek, ji ber tiştên bi serê wê hatine anîn xwest xwe bikuje û 4 rojan di venihêrîna awarte de ma. Îpek, herî dawî banga “Ez naxwazim bimrim û piştî mirinê dengê min were bihîstin” kiribû. Piştî bangawaziya Îpek û bertekên raya giştî, Baran Kizil hate girtin.