Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman

  • jin
  • 20:56 14 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê zilamekî hewl da hevjîna xwe ya bi navê M.A. bi amûreke bibirê qetil bike, li Tekîrdagê jî zilamê bi navê E.K. jinek birîndar kir. 
 
Li Amedê M.A. ya 64 salî ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê H.A. bi amûreke bibirê hate birîndarkirin. Jina ku giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, faîl jî di bin çavan de ye. Hate diyarkirin ku xetereya jiyanê ya M.A.’yê heye. 
 
Li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê jî A.K. ya ji aliye E.K ve hate birîndarkirin di şaneşîna mala xwe ya qata sêyemîn de xwe avêt. A.K. rakirin nexweşxaneyê, faîl E.K. jî reviya. Faîlê revî hêj nehatiye girtin.