Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir

  • jin
  • 19:09 16 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê bi pêşengiya rêvebiriyên herêmî yên HDP'ê ve cîvîna jinan hat lidarxistin. Di civînê de polîtîkayên qeyûman hatin nîqaşkirin wiha hat gotin: "Xwestin vîna jinê di nava çar diwaran de bihêlin. Lê di vê plana xwe de bi serneketin.” 
 
Li Şirnexê bi boneya heftaya tayinkirina qeyûman ên tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin bi pêşengiya Rêvebiriyên Herêmî yên HDP’ê ve rêxistinên HDP’ê yên Hezex û Cizîrê bi jinan re li hev civîyan. Li Hezexê bi tevlêbûna hevşaredara Sîlopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên Meclîsa Şaredariyê li bazara taxa Atakentê broşorên “Qeyûm xespkirina vîna gel e” hatin belavkirin.
 
Piştre jin derbasî taxa Dîcleyê bûn. Li taxê bi jinan re civîn hat lidarxistin. Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘JINAN DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDA’
 
Piştre Hevşaredara Hezexê Songûl Erden axivî. Erden, bal kişand li ser pêkanînên qeyûm û got: "Ji bo ku jin di civakê de ne xwedî gotin be qeyûm tayinî şaredariyên me kirin. Armanca wan ew bû ku jin ji malê dernekevin. Lê belê jinên kurd li dijî vê serî hildan. Jina kurd li her bajarî, li her gund û navçeyan bûye mînak. Jina kurd îro serê xwe rakiriye. Piştî pergala hevşaredariyê ji jinan re gelek qad hatin vekirin. Lê ev qad hemû ji aliyê qeyûman vê hatin girtin. Lê belê jinan dev ji berxwedanê berneda.”
 
‘DI VÊ PLANÊ DE BI SERNEKETIN’
 
Piştre hevşaredara HDP’ê ya Sîlopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdanê jî anî ziman ku li şaredariyên hatine desteserkirin her tiştê aîdê jinan hatine tunekirin û got: "Beriya qeyûman jî li ser partiya me êriş hebûn. Bi qeyûman tenê rûyê xwe guherandin. Beriya HDP’ê li hemû qadên şaredariyan mêr hebûn. Her tişt li gorî hişmendiya zilam dihat çêkirin û birêvebirin. Lê ev yek bi HDP’ê re guherî. Pergala hevşaredariyê hûnandina jinê bû. Armanc nîşandana hebûna jinê bû. Di vê projeyê de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Di cîhanê de mînaka yekemîn bû. Lê piştre hedef girtin û gelek şaredariyên me hatin desteserkirin û hevşaredarên jin hatin girtin. Xwestin vîna jinê di nava çar diwaran de bihêlin. Lê di vê plana xwe de bi ser neketin.“
 
Piştî axiftinan civîn bi nêrîn û pêşniyarên jinan bi dawî bû.
 
Li Cizîrê jî jinan li bazara li taxa Cudî broşorên tê de behsa pêkanînên qeyûman tên kirin belavkirin.