Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e

  • jin
  • 15:02 17 Tebax 2022
  • |
img
AYDIN - Li Aydinê derbarê 7 jinên HDP’î ku beriya salek û nîvan piştî hatin binçavkirin û berdan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
Li navend û navçeyên Aydinê di 14’ê sibata 2021’an de 11 jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serdegirtinên malan de piştî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin hatin berdan. Derbarê 7 jinan de doz hate vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hate amadekirin, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê ve hate qebûlkirin. 
 
Di îdianameya ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Batyar Onsel jî di nav de derbarê 7 jinan de hatiye amadekirin de çalakiyên hatine kirin û daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc hatine hesibandin. Muzîkên kurdî ku di çalakiyan de hatine guhdarkirin weke delîlê sûc hatin nîşandan. Dîsa roportajên ku jinan dane çapemeniyê di îdianameyê de cih girtin û hate îdiakirin ku jinan bi van roportajan ferman dane. 
 
Danişîna ewil a doza derbarê jinan de hatiye vekirin wê di 11’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê were dîtin.