Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be

  • jin
  • 09:04 19 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Rojnamevena femînîst Ayşe Duzkan bal kişand ser êrişên bi rêya qeyûman ên li ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Pêdiviya me bi hêzeke bibandortir heye ku bi hilbijartinan nesînorkirî. Ez vê tenê ji bo tevgera rizgarîya jinê nabêjim, ji bo tevahiya muxalefetê dibêjim ku em hê negihaştine wê hêzê."
 
Ji mêvanên panela bi sernavê "Di qada jinê de tunekirina qeyûman û avakirina xeta têkoşînê ya hevpar" ku ji aliyê Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman pêr li Amedê hat lidarxistin, yek jê jî rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan bû ku ev demeke dirêj e di nav tevgera femînîst a Tirkiyeyê de cih digire û di vî warî de xebatên xwe didomîne. Jinan di panelê de xeta hevpar a têkoşînê ya li dijî texrîbatên qeyûman nîqaş kirin. Em bi Duzkanê re li ser polîtîkaya qeyûman a AKP'ê ya destkeftiyên jinan hedef digire axivîn.
 
Duzkan polîtîkaya qeyûman wekî “desteserkirina îradeya gel” nirxand û got: “Van mirovan li vir dengê xwe daye partiyekê, ji wê partiyê nûner û hevserok hilbijartine. Li vir tayînkirina qeyûman, desteserkirina vîna van kesan e. Ev îspata wê yekê ye ku demokrasiya herî kêm a li Tirkiyeyê jî li vê herêmê ne rast e."
 
Duzkan bi lêv kir ku partiyên çep-sosyalîst li dijî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dengê xwe bilind kirine, lê şaredariyên CHP'yî yên ku bêdengiyê tercîh kirine jî paşê para xwe ji vê polîtîkayê girtine û her pêkanîn ewilî li ser kurdan tê ceribandin. Duzkan anî ziman ku di vê pergalê de her tişt li ser kurdan tê ceribandin û paşê li deverên din jî wekî gefxwarinekê, wekî şûrê Demokles li ser serê şaredariyên din li ba dibe. Duzkan destnîşan kir ku sedemeke bêdengiya muxalefetê ya li hemberî tayinkirina qeyûman meseleya hêzê ye. 
 
Duzkan bi lêv kir ku li derveyî meclisê hêza herî girîng HDP ye û got: "Dema tiştek tê serê tevgera kurd, piştevaniya ji bo wê zehmet e." 
 
TEVEGERA JINA KURD
 
Duzkan destnîşan kir ku Tevgera Jina Kurd ku li welêt hêzeke girîng e, xwedî azmûneke xurt e û di vî warî de rêvebiriyên herêmî jî ji bo tevgera jinê destkeftiyên girîng afirandine. Duzkan wiha got: “Ez wiha difikirim ku tecrubeyên rêvebiriyên herêmî yên li vir di warê têkoşîna jinê de ji bo jinan destkeftî û sazîbûnek pir xurt û girîng afirandine. Li vir HDP an jî Tevgera Azadiya Kurd ji ramanekê wêdetir îradeyeke damezrîner e. Pêşniyazên vê îradeyê yên derbarê jinan de desthilatê nerihet dike. Ev desthilat di feraseta 'divê jin xizmeta mêrên malbata xwe bikin' de ye. Lewma li wir jî alozî heye. Li vir ji bo azadiya jinê sazîbûyîneke girîng heye. Saziyên ku nîşan didin jin ne bêçare ne û çareseriyê pêşkêşî wan dikin hene. Ez wiha difikirim ku li wir kêmasiyek me heye."
 
‘PÊDIVÎ BI BIHEVREBÛNÊ HEYE'
 
Duzkan destnîşan kir ku hedefa yekemîn a qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin saziyên jinan bûne û bi tayinkirina qeyûman re girtina saziyên jinan bû sedema zêdebûna tahdeya li ser jinan. Duzkan anî ziman ku tevgera rizgariya jinan li hemû welêt giranî daye ser Peymana Stenbolê û wiha got: “Bi rastî pêkanînên li vir derbarê awayê pêkanîna Peymana Stenbolê de çend formul pêşkêşî me dikirin. Pêwîst bû hîn bêtir xwedi lö bıhata derketın, lê tiştekî wiha heye; xwepêşandanên me tenê fikira me û helwesta me ya li cem we dihewand. Pêdiviya me bi hêzeke hîn cudatir heye ku tenê bi hilbijartinan re sînordar nebe. Pêwîstiya me bi hêzeke ji hilbijartinan wêdetir û bi bandortir heye. Ez vê tenê ji bo tevgera rizgarîya jinê nabêjim, ji bo tevahiya muxalefetê dibêjim ku em hê negihaştine wê hêzê."