Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin

  • jin
  • 09:03 4 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê li Silopiyayê bi beşdarbûna 250 delegeyan civînek li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Necla Fîgan Altindag anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de lihevkombûna jinan xwedî girîngiyeke gelek mezin e û wiha got: "Em ê qeyûman û hişmendiya wan a li Kurdistanê derxînin." 
 
Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nirxandina pêvajoya salekê û nirxandina nexşerêya hilbijartinê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bi tevlibûna 250 delegeyan civînek li dar xist. Civîn ku ji 2 rûniştinan pêk hat, bi hilbijêrên dest pê kir. Jinan polîtîkayên qeyûman, xebatên şaredariyan û kêmasiyên hevşaredaran nirxandin. Di civînê de jin polîtîkayên qeyûman ê li dijî jinan û desteserkirina deskeftiyên jinan nîqaş kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Necla Fîgan Altindag ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin der barê girîngiya civînê û polîtîkayên qeyûman de axivî. 
 
'KOMBÛNA ME GIRÎNG E'
 
Altindag diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de ku êrişên li dijî jinan gihîştine asta herî jor hevdîtina bi jinan re xwedî girîngiyek e gelek mezin e û wiha axivî: "Em jin îro li gel hevşaredar û berdevkên xwe yên hatine hilbijartin, ji bo civîna demkî ya jinan a lijneya rêveberiyên herêmî yên demokratîk ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin, li vir in. Bi taybetî di pêvajoyeke wiha de lidarxistina civîneke bi vî rengî pir girîng e. Ji berê heta roja me ya îro li dijî hemû beşên civakê êrişên pir mezin hene. Di vê serdemê de ku êrişên li ser kurdan zêde bûne û binçavkirin, girtin û îşkenceyên li ser jinan bi dijwarî berdewam dikin, em jin hatin cem hev da ku hev du xurt bikin û bi vê hêzê em ê di dema pêş de ji bo tevna vê pêvajoyê karibin çi gavan biavêjin. Em vê dinirîxin. Em bi hev re  nîqaş dikin ku em ê çawa karibin bibin bersiva van pirsgirêkên ku bandoreke pir mezin li Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî gelek girîng e ku em îro li vir in."
 
'EM Ê LI KURDISTANÊ DERBIXIN'
 
Bi domdarî Altindag diyar kir ku li her deverên Kurdistanê herî zêde jin li hemberî polîtîkayên qeyûman têdikoşin û wiha got: “Dema ku em dibêjin qeyûm ne tenê kesê ku di nava 4 dîwarên şaredariyê de ye. Qeyûm li dijî keda civakê, nirxên ku bi salan e em ji bo bidestxistina wan têdikoşin desteserkirin e. Dema ku qeyûm hatin tayînkirin, deskeftiyên gel û jinan hatin desteserkirin û tunekirin. Bi rêya qeyûman li hemû bajar û navçeyan gendelî bi yekrengî hat ditin. Em ê bi hev re vê hişmendiyê tune bikin. Dema em hatin hilbijartin û em çû şaredariyan me nizanibû ku ev şaredarî ye yan jî qereqol e. Wekî ku me got, me dît ku hemû xebat û deskeftî hatine pûçkirin. Ji bo vê jî em jinên hilbijartî em ê hêza xwe bikin yek û bi taybetî li Kurdistanê ji bo tunekirina vê zîhniyeta qirêj û gemariya vê sîstemê tê ferzkirin têbikoşin û pûç bikin. Em ê vê hişmendiyê ji Kurdistanê derxînin." 
 
'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN'
 
Di berdewamê de Altindag anî ziman ku ew ê li dijî qeyûmên têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me dît ku li şaredariyên me beriya ku qeyûm bên tayînkirin, karê wan ê ku bi kedeke mezin kiribûn, ji aliyê qeyûman ve hatine hilweşandin. Me hewl da ku saziyên xwe yên jinan û deskeftiyên bi salan hatine bidestxistin bi hêz bikin. Lê me dît ku li gel tayînkirina qeyûman navên gel saziyan jî bi zanebûn hatin guhertin. Em bûn şahîd ku zilamek tayînî serokatiya polîtîkaya jinan kirine. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Li gel hevalên xwe yên jin, rêhevalên xwe û hemû beşên civakê em ê di demeke kin de qeyûman berteref bikin, bişînin û em ê bi hev re destkeftiyên xwe biparêzin.”
 
MA/ Zeynep Dûrgût