Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne

  • jin
  • 11:03 4 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE – Xebatên jinên, qeydên HTS’ê, protestoyên li dijî DAIŞ’ê û tunebûna kirariyên bangêriyê weke hinceta girtina 8 jinên TJA’yî hatin nîşandan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiayên “rêvebertiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” derheqê 50 jinên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) de biryara binçavkirinê dabû. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 29’ê mijdarê de li bajarên Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê bi ser 57 malan de girtin û 21 jin binçav kirin. 
 
8 HATIN GIRTIN Û JI BO 14 JINAN CEZAYÊ HEFSA MALÊ 
 
Jinên hatin binçavkirin, piştî rêwîtiya 36 saetan anîn Enqereyê. Jinên binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hatin îşkencekirin û rastî miameleyeke xerab hatin. Ji ber vê sedemê jî li emniyetê îfade nedan. Piştî 4 rojan jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdiayên “rêvebertiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” xwest ku bên girtin û sewqî dadgehê kir. Ji 21 jinên sewqî dadgehê hatin kirin  Fîgen Aras, Mekiye Ormanci, Fîken Ektî, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Hatîce Gungor, Hûlya Kinagû û Gulistan Dehşet hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. 
 
Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Sûltan Esen, Meral Şîmşek, Zeynep Boga, D.A., Merve Tekîn Demîrel, Hazal Aras, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş, Tamcîhan Çelebî û Hatîce Ay ku li Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dadgehê bûy jî bi şertê hefsa malê hatin berdan. 
 
PEVREBÛNA BAZÊ JÎ KIRIN SÛC 
 
Aktîvîstiya TJA’yê, endamtiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin, hevdîtinên li ser telefonê, pevrebûna bazê ya ku li gorî qeydên HTS’ê hatiye diyarkirin, îfadeyên şahidê nepen Ulaş û şahidên eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû, Gul Tanriverdî û Samî Baran ku di Doza Kobanê de îfadeyên hevnegirtî didin weke sedema girtina jinan hate nîşandan. Şahidê Ulaş û şahidê eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû di îfadeyên xwe de ji bo tevahiya jinan îdiaya “min li Qendîlê dît” kirin. 
 
PERWERDEKIRINA JINAN WEKE SÛC HESIBANDIN
 
Fîgen Aras ku bi îdiaya xebatên TJA’yê tê tawanbarkirin, li gel ku endama Akdemiya Jinan e jî bi perwerdekirina jinan hat sûcdarkirin. 
 
Tevlibûna komxebat û konferansên jinan ên li Amed û Wanê û nirxandinên têkildarî qetilkirina jinan a di konferanseke li Swêdê de yên Mekiye Ormanci jî weke sûc hatin hesibandin. 
 
Ajandaya TJA’yê ya li mala Bedîa Akkaya jî weke sedema girtinê hat nîşandan. 
 
PROTESTOKIRINA DAIŞ’Ê WEKE SÛC DÎTIN 
 
Hulya Kinagu jî bi xebatên KJA û TJA’yê hat tawanbarkirin û tevlibûna wê ya çalakiya protestokirina DAIŞ’ê ya li ser sînorê Pirsûsê jî weke sûc hat nirxandin. Her wiha tunebûna kirariyên bankgêriyê yên Kinagû jî weke hinceta girtinê hat nîşandan. 
 
Gulistan Dehşet jî ji ber îfadeyên şahidên nepen û eşkere û tevlibûna çalakiyên protestokirina DAIŞ’ê bi îdiaya “rêvebertiya rêxistinê” hat tawanbarkirin û girtin. 
 
MA / Ozgur Paksoy