Li Amedê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 16:05 4 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Jina bi navê Gulcan A. li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê Gulcan A. ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê rûdinişt, ji hêla hevjînê xwe S.G. ve hate qetilkirin. Gulcan A. ku duh di saetên êvarê de bi giranî birîndar bû, ji hêla komên tenduristiyê ve rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li bajêr. Piştre ji wir veguhestin nexweşxaneya dewletê. Tevî hemû hewldanan jî Gulcan A. jiyana xwe ji dest da.