Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê

  • jin
  • 12:08 6 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Wesayîta zirxî ya leşkerên artêşa tirk li bajarokê Etarib a Helebê da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayikê û keça wê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Wesayîteke zirxî ya leşkerên artêşa tirk, li bajarokê Etaribê ku li bakurê rojavayê Helebê dimîne, di dema dewriyeyê de da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayik û keça xwe di bin wesayîta zirxî de man û jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê jî xelkê bajarokê kevir avêtin wesayîta zirxî û ev yek şermezar kirin. 
 
Di rapora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de hat ragihandin ku di destpêka meha mijdarê de li bajarê Serêkaniyê wesayîteke zirxî dabû ser zarokeke keç, eciqandibû û qederekê li erdê xijandibû.