Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin

  • jin
  • 14:15 7 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Dozger di danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras a hefteya borî bi 13 jinan re hatibû girtin a bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de xwest doza wê bi ya Enqereyê re bibe yek. 
 
Danişîna doza ku endama Akademiya Jinê Fîgen Aras bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Aras a di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de hat girtin û birin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzera wê Ruşen Seydaoglû jî tevli danişînê bû.
 
Seydaoglû, diyar kir ku sûcdariyên li ser muwekîla wê di çarçoveya azadiya îfade û ramanin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. Dûre dozgeriyê xwest dosyaya Arasê bi dosyaya lêpirsînê ya li Enqereyê re bikin yek.
 
Şandeya dadgehê biryar da ku li benda encama lêpirsîna li Enqereyê vegere dozê an na bimîne û eger bi vî rengî be, daxwaza yekkirina dosyayê li ber çavan bê girtin û danişîn taloqî 8’ê adara 2023’yan kir.