‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’

  • jin
  • 14:31 7 Kanûn 2022
  • |
img
ÊLIH - Hempîşeyên rêveberiya Şaxa ÎMO’yê Bahar Hezer ku li Rihayê hatibû qetilkirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku dê doza wê ji nêz ve bişopînin. 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Êlihê têkildarî qetilkirina rêvebera Şaxa ÎMO ya Rihayê Bahar Hezer, li avahiya xwe daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Seroka Şaxa Ideya Endezyarên Makîneyê Rûken Kanat ve hat xwendin. Kanat, diyar kir ku di rojeke ku tevdîrên ewlehiyê pir hatin girtin de jinek li naverasta kolanê hat qetilkirin û wiha got: “Careke din diyar bû ku tu tevdîrên parastinê ji bo parastina jinan nayên seferberkirin. Desthilatdariya ku ji parastina canê jinan berpirsyar, tenê xwe diparêze. Em gelek xemgîn û bihêrs in. Polîtîkaya necezakirinê, cisaretê dide kujerên jinan.”
 
TUNDIYA POLÎSAN 
 
Bi domdarî Kanat bal kişand ser tundiya polîsan a di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan û wiha bi dawî kir: “Jinên wê rojê derketin kolanan, rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Lê kujerê Baharê di dest de çek bi rehetî li geriya. Em dizanin ku cînayetên jinan ne pirsgirêkeke şexsî lê civakî ne û polîtîk in. Polîtîkayên li dijî jinan bi xwe re her cureyên tundiyê tîne û rê li ber kuştinên jinan vedike. Em ne edaleta mêran lê edaleta rast dixwazin. Êdî tehemûla me ya ji bo cezayên ji ber kravatan tên daxistin nema ye. Em ê li dijî her cureyên tundiyê bisekinin û nehêlin tu jin rastî tundiyê bên. Baharê nedizanî dema li dijî tundiya ser jinê têdikoşe dê li kolanê ji pişt ve lê were xistin. Em ê têkoşîna li dijî polîtîkayên dij-jin, zîhniyeta desthilatdarparêz a mêrza û kujerên jinan hîn mezintir bikin. Em careke din dibêjin ku Bahar tu carî bi tenê namîne, em ê bêdeng nemînin, em natirsin û serî natewînin. Ji bo ku cezayê herî giran li kujerê Baharê bê birîn em ê pêvajoya darizandinê bişopînin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.