Hejmara miriyan zêde bû

  • jin
  • 18:54 6 Sibat 2023
  • |
img

ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket hezar û 541 kesan.

Îro di danê sibehê saet di 04.14’an de bi pileya 7.7 erdhej çêbû ku navend Mereş bû. Her wiha di dema nîvroyê saet di 13.24’an de jî bi pileya 7,6’an erdhejek çêbû. Ji ber erdhejê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê avahî hilweşiyan, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) diyar kiribû ku di encama erdhejê de hezar û 498 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 553 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku di erdhejê de zêdetirî 2 hezar û 834 avahî jî hilweşiyan e.

Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay derket pêşberî kamerayan û da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye hezar û 541 kesan.