Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin

  • jin
  • 09:06 7 Hezîran 2023
  • |
img

ENQERE - Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sûltan Ozcan diyar kir ku dê dakevin qada jinan û der barê hilbijartinê de pêvajoya rexne-xwerexnekirinê bi rê ve bibin û got: "Em ê mekanîzmayeke rexne-xwerexneyê ya rast bixebitînin û ber bi kongreya mezin ve biçin." 

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)di 30'yê gulanê de ji bo nirxandina hilbijartinên 14 û 28'ê gulanê li hev kom bûn. Piştî vê di 5'ê hezîranê de jî meclisên jinan ên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê li hev kom bûn. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sûltan Ozcan, têkildarî pêvajoya nû û di vê pêvajoyê de rê û rêbazên ku dê ji bo jinan esas bên girtin nirxandin. 
 
Ozcan diyar kir ku rojevên sereke yên civînan nirxandina encamên hilbijartinan bûne û wiha got: "Em ê mekanîzmayeke rexne-xwerexneyê ya rast bixebitînin û ber bi kongreya mezin ve biçin.Em ê di vê pêvajoyê de bi gelê xwe re, bi rêxistinên jinan re û bi kirdeyên cuda re pêvajoyê binirxînin û em ê li ser kêmasiyên xwe nîqaşan bikin. Em ê bi rêxistinbûyîneke siyasî ya nû re serdema nû pêşwazî bikin." 
 
Bi domdarî Ozcan bilêv kir ku di vê pêvajoya ber bi kongreyê de ew ê li qadên jiyanê yên jinan bin û got ku ew ê bi her derdorê re biaxivin û sûdê ji pêşniyazên wan bigirin. Ozcan, destnîşan kir ku ew armanc dikin ku ew ê bi awayekî nû ber bi kongreyê ve biçin û got ku ew ê bi girseya sereke ya rêxistina xwe re metodolojiyeke li ser pirsên hevpar û bersivên hevpar esas bigirin. 
 
Di berdewamê de Ozcan anî ziman ku ew bi fikira "jin, jiyan, azadî"yê ku xwedî felsefeyeke kûr û jiyanî ye serdema nû pêşwazî bikin. 
 
Ozcanê di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew ji siyaseteke ku ji hestiyariyê bêpar ditirsin û got: "Lewma biryardayîna me ya bi hesta xwe, bi şayiya xwe û bi hêrsa xwe rêxistinkirina serdema nû, bû cihê hêviyê. Me hemûyan hêz ji hev girt." 
 
MA / Yusra Batihan