Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin

  • jin
  • 09:52 7 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan, anî ziman ku li dijî tabloya dijberî jinan li Meclisê ava bû dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Em ê dîwarên tirsê hilweşînin.”
 
Desthilata AKP’ê ya di dema desthilata xwe de destkeftiyên jinan hedef girtin, ji Peymana Stenbolê vekişiya beriya hilbijartinê bi Partiya Hur Dava (HUDA-PAR) ku gotibû dê jinên bi tenê dijîn û ezeb xwedî bikin û Partiya Yenîden Refah ku Qanûna Têkildarî Pêşîlêgirtina Tundiyê ya li Dijî Jinan û Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284’an hedef girt re tifaq ava kir. Tifaqa Cûmhûr a bi partiyên ku bi polîtîkayên li dijî jinan tên zanîn re hate bahev, Serokkomarî qezenc kir û piraniya Meclisê bi dest xist. 
 
Ji Rizgariya Jinan Gamze Taşti û endama Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Ebrû Yîgît, ên anîn ziman ku piştî encamên hilbijartinê serdemeke zehmet li benda wan e banga têkoşînê li jinan kir. 
 
DIJMINATIYÊ LI JINAN DIKIN 
 
Endama Rizgariya Jinan Gamze Taşçi, destnîşan kir ku partiyên siyasî yên îro di bin banê Tifaqa Cûmhûr de hatin bahev, nûnerên feraseteke demekî dirêje êrişî hemû destkeftiyên jinan dikinin û jinan ji her qada civakî dûr dixin. Taşçi, bi bîr xist ku vê ferasete Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir girîng e hedef girt û pêkhateyên radîkal ên dijberî jinan di serî de gelê kurd dijminatiya penaberan û LGBTÎ’yan kirin. Taşçi, anî ziman ku ev polîtîka bi armanca dizaynkirina civakê tên meşandin û wiha got: “Em jin dê AKP’ê û MHP’ê meşrû nebînin. Ji bo tahrîbata ku faşîzmê li welat avakiriye ji holê rabikin ne rewşeke tenê bi hilbijartinê ji holê rabibe. Em dizanin ku ev rewş wê bi têkoşînê ji holê rabe.”
 
‘EM Ê DÎWARÊN TIRSÊ HILWEŞÎNIN’ 
 
Taşçi, têkildarî têkoşîna ku dê di pêvajoyên pêş de li dijî pêkhateyên li dijî jinan ên li Meclisê bimeşînin jî ev tişt gotin: “Em dizanin ku kesên derbarê pêşeroja jinan de biryaran dide, tundî li ber çav kiriye, ji Peymana Stenbolê vekişiyaye Erdogan e. Dîsa em dizanin ku ya hewl dide mafê xebatê yê jinan bi awayekî vekirî bi gotina ‘jin hesas in’ asteng bike, hewl didin xwedî li jinan derkevin, destkeftî û azadiya me ji holê rakin ev desthilat e. Em ê têkoşîna xwe li ser van lingan bimeşînin. Em li dijî kapîtalîzma patrîarkal, kedxwarî û polîtîkayên dagirkeriyê yên li vî welatî banga têkoşîna hevpar li jinan dikin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe di çarçoveya ‘Rêya Sêyemîn’ de bimeşînin. Em ê weke jin bi têkoşîna xwe ya azad, serbixwe û femînîst li kolanan bimînin. Li cihekî ku îtaetê li me ferz dikin em ê dîwarên tirsê hilweşînin. Li dijî polîtîkayên dijberî jinan em ê bi wekîlên xwe yên dadikevin kolanan re lingekî têkoşînê yê kursiyên Meclisê bihejîne ava bikin. Em ê bi zanyariya xwe ya femînîzmê vê yekê bikin.”
 
PÊVAJOYA LI BENDA JINAN 
 
Endama SKM’ê Ebrû Yîgît jî diyar kir ku divê encamên hilbijartinê baş bên analîzkirin û anî ziman ku bi têkoşîna xwe ya di serdema nû de dê desthilata AKP’ê qelstir bikin. Yîgît wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Em dizanin ku demekî dirêje faşîzma AKP’ê û MHP’ê li ser vê axê krîza nikare bi rê ve bibe dimeşînin. Erdogan piştî hilbijartinê sînyalên ku dê gotin û polîtîkayên netewperestî, nijaperest, dijminên jinan, kurdan, LGBTÎ+’yan zêde bibin dan. Ji ber vê yekê di her rewşa ku ev zext zêde bibin de wê bi berxwedan û têkoşîna kesên li ber xwe didin re rûbirû bimîne. Ji ber vê yekê wê ev pêvajo bibe pêvajoyeke ku krîza bi rê ve birina AKP’ê kûrtir bike.”
 
Yîgît, bal kişand ser tabloya netewperest a rastparêz ku li Meclisê derket holê û anî ziman ku pêvajoyeke zehmet li benda jinan e û dest ji têkoşînê bernedin.
 
MA / Esra Solîn Dal