Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin

  • jin
  • 14:43 8 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Kesê bi navê Erkan Tartuk di dema pêvajoya hevberdanê de Şule Akdenîz qetil kiribû. Di danişînê de dozger bi daxwaza muebbeta giran mutalaa amade kir. 

 
Di pêvajoya hevberdanê de kesê bi navê Erkan Tartuk, di 19’ê gulana 2022’yan de li navçeya Bajarê Nû yê Amedê jina bi navê Şûle Akdenîz qetil kir. Derheqê Tarkuk de doz hatibû vekirin û bi sûcê “hevjîna xwe bi qesdî kuşt” dihat darizandin. Danişîna ewil a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
Parêzera Şuleyê Dîren Vurgun, li ser navê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay, faîl Erkan Tartuk û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Parêzer Cansel Talay axivî û xwest ku weke beşdar tev li dozê bibin. 
 
Ji bilî beşdaran û parêzeran, destûr nehat dayîn ku tu kes tev li dozê bibe. Parêzeran xwest ku faîl bi sûcê “kuştina biplankirî” were cezakirin. Parêzeran da zanîn ku bersûc amûra cînayetê ji derve aniye û xwestin ku ev mijar were lêkolînkirin.  
Parêzerê bersûc jî îdia kir ku miwekîlê wî hatiye tehrîkkirin lewma ev sûc kiriye û xwest ku bi vê sedemê cezayê muwekîlê wî were daxistin. 
 
CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN HATE XWESTIN
 
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û xwest ku bersûc ji ber sûcê “hevjîna xwe bi zanebûn kuştiye”, bi muebbeta giran were cezakirin.
 
Dadgehê navberekî kin da û piştre daxwaza beşdarbûna baroyê red kir, biryara nirxandina mutalaayê da û danişîn taloqî 13’ê hezîranê kir.