Jinên sûriyeyî li dijî komkujiyên li Helebê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên sûriyeyî li dijî komkujiyên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Helebê kirin, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de peyama “Têkoşîna me ya li Heleb û Efrînê, têkoşîna ji bo pêşeroja hemû mirovahiyê ye” hate dayin. 

 
Di êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de sûcên li dijî mirovahiyê hatin krin. Dorpêç, zext û êrişên ser taxên navborî hêj didomin. Jinên sûriyeyî, li dijî vê kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî dan destpêkirin. 
 
Di daxuyaniya têkildarî kampanyayêde bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî komkujiyê hate rexnekirin. Bi domdarî hate gotin ku ew van gotinên xwe di bin dorpêçeke giran de dinivîsin û ew şerê hebûnê yê mezin ê di navbera modela têkoşîna piranîparêz û demokrasiyê û faşîzma tarî ya hewl dide hemû şopên şaristaniyê tune bike radigihînin. 
 
Di berdewamê de hate gotin ku hikûmeta demkî û komên tundrew, hemû peymanên navneteweyî binpêkirine, qadên sivîlan bombebaran û topbaran kirin û bi sedan jin û zarok qetil kirine. Hat gotin ku nexweşxane hedef hatin girtin, korîdorên alîkariya însanî hatin girtin, polîtîkaya ‘birçîtî û sermayê’ hate ferzkirin û wiha hate gotin: “Ev banga me, hişyariyeke karesateke însanî ye.” 
 
Hat daxuyandin ku li navendên qirkirinê ji ewil jin hedef hatine girtin û bi rêyên tundiya zayendî, revandin û cînayetên fîzîkî yên sîstematîk jin û civakê neçarî koçberiyê dikin û wiha hate gotin: “Jinên me yên pêşengtiya şoreşa zanetiyê dikin; bi qirkirineke fîzîkî û psîkolojîk a hewl dide wan vegerîne serdema koletiyê û rolên wan ên siyasî û civakî tune bike re rû bi rû ye. Hevrêyên li her çar aliyên dinyayê; ev bêdengiya civaka navneteweyî, tê wateya ‘erêkirina’ van sûcan û xiyaneteke li dijî mafên mirovan e.” 
 
DAXWAZ
 
Di daxuyaniyê de banga piştevaniya navneteweyî û ev daxwaz hatin kirin:   
 
“*Ji bo ‘Hikûmeta Demkî û Wezareta Parastinê’ van kiryarên xwe yên dijminane tavilê bidin sekinandin û çekên giran ji herêmên sivîlan derxînin, divê zextekî siyasî û leşkerî were kirin da ku sivîl bên parastin û li herêmên şer bi qanûnên navneteweyî were kirin. 
 
*Hewceye korîdorên alîkariya însanî bên vekirin, di bin venêrîn û çavdêriya saziyên navneteweyî de alîkariya tibbî û sotemeniyê were kirin û dorpêç bêşert were rakirin. 
 
*Sepanên bi armanca guhertina demografyayê divê tavilê bên sekinandin û mayina xwecihên wê derê divê were misogerkirin û milkê wan were parastin. 
 
*Divê ev binpêkirin weke binpêkirineke cidî ya ‘Peymana 1’ê Nîsanê û 10 Adarê’ were dîtin, mekanîzmayên hesabpirsînê yên navneteweyî têkevin meriyetê û ji bo belgekirina sûcan têkoşîn were kirin. 
 
*Hewceye ji bo cîbicîkirina pêwîstiyên weke av, ceyran û tenduristiyê parastineke navneteweyî hebe, ev tesîs bi temamî ji pevçûnan dûr bên girtin, komên şopandinê yên navneteweyî û ekîbên serbixwe bên erkdarkirin da ku rewşa li qadê belge bikin. 
 
*Ji bo Xaça Sor û saziyên alîkariya însanî bi awayekî koordîneyî bên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, divê misyoneke şopandinê ya navneteweyî û komîteya lêkolînê ya NY’ê tavilê bê erkdarkirin. Ji bo vê îzolasyona giran bişikînin û sûcan belge bikin, ev yek girîng e. Ji bo tehliyekirina cenazeyên qurbaniyan û tedawiya birîndaran, divê bi lezgînî korîdor were vekirin, bi sedan zilamên birine navendên binçavkirinê bên berdan û ji bo vê zext were kirin. Bi vî awayî dê bikarin sûcên heyî belge bikin û pêşî li bêdengiyê were girtin. 
 
*Ji bo hemû pêkhateyên hrêmê bikarin birûmet bijîn û mafên wan bên misogerkirin, divê rêyên aştiyane û guftûgoya siyasî bê ferzkirin.” 
 
Herî dawî hate gotin ku tiştên li van taxan hatine kirin bi gotinan nayê vegotin û ev peyama têkoşînê hate dayin: “Em ê destûrê nedin ku gelê me bibin qurbaniyên di qeydên qirkirineke bêdeng de hatine jibîrkrin.  Têkoşîna me ya li Heleb û Efrînê, têkoşîna ji bo pêşeroja hemû nirxên mirovahiyê ye. Dê îradeya me neyê şikandin; ji ber ku em ne tenê xakê lê em mafê domandina jiyaneke birûmet, azad û wekhev diparêzin.” 
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê kampanyayê îmze bikin: