Li Bazîdê protesto: Yekparebûna laşê jinan nabe mijara bazarê

Parve bike:

AGIRÎ - Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê, bijîşkê ku reklama "sunetkirina jinan" kiribû protesto kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Yeparebûna laşê jinan ne mijara bazarê ye. Em ê mafên jinan, tiba zanistî û xizmeta tenduristiyê ya etîk biparêzin.”

 
Bijîşkekî ku li Agiriyê peywirdar e, li ser medya dijîtal reklama “sunetkirina jinan” kir. Parvekirina bijîk ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bazîdê ve hatin protestokirin. Piştî van parvekirinan gelek jin hatin cem hev, pankarta "Em li dijî qirkirina jinan radibin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hildan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Bêrîvan Zatsan, diyar kir ku ev parvekirin ji bo exlaqa bijîşkiyê, mafên jinan û tenduristiya civakê xetereyeke mezin e.
 
‘EV LI DIJÎ EXLAQA PÎŞEYÎ YE’
 
Bêrîvan Zatsan, bi bîr xist ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vê kiryarê wekî binpêkirina yektiya laşê jinê û tiştekî bê sûda bijîşkî pênase dike. Bêrîvan Zatsan, got ku rewşeke wiha di bin tu navî de nayê rewakirin.
 
Bêrîvan Zatsan, diyar kir ku di lîsteya Wezareta Tenduristiyê de kiryareke wiha nîne û pêşkêşkirin an jî reklama van tiştên bê bingeha zanistî li dijî etîka pîşeyî ye.
 
‘EM Ê XIZMETÊN TENDURISTIYÊ BIPARÊZIN’
 
DEM Partiyê, bang li saziyên peywirdar kir ku van parvekirinan bê derengî lêkolîn bikin û pêvajoyên îdarî û pîşeyî bidin destpêkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin: " Yeparebûna laşê jinan ne mijara bazarê ye. Em ê mafên jinan, tiba zanistî û xizmeta tenduristiyê ya etîk biparêzin."