Hejmara 178’emîn a Kovara Jinê derçû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 178’emîn a Kovara Jinê bi berga "Lêkolînên Hevpar li ser Aboriya Demokratîk, Hiqûq û Ziman" derçû.

 
Hejmara 178’emîn a Kovara Jinê bi berga "Lêkolînên Hevpar li ser Aboriya Demokratîk, Hiqûq û Ziman" derçû  Hejmara nû ya kovarê nîqaşên li ser ziman, hiqûq, aborî, têkoşîna rizgariya jinan û nûnertiya çandî dinirxîne. Di heman demê de nirxandinên li ser rewş û parastina zimanê Kurdî, avakirina têgihîştineke zagonî ya demokratîk, rola jinan wekî aktorên damezrîner di pêvajoyên aborî û siyasî de û perspektîfa aboriya demokratîk dihewîne.
 
Her wiha kovar, der barê wê yekê de lêkolînan dike ku destkeftiyên civakî yên şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê çawa ji hêla pîşesaziya çandî ve têne veşartin an jî bi awayên cûrbecûr têne hilberandin.
 
Tevahî sernavên hejmara 178’an a kovarê wiha ne:
 
“*Ziman Bingehê Hebûnê ye / Leyla Kaymaz
 
*Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokratîk / Ekîn Yeter
 
*Aboriyek Demokratîk Bêyî Dengê Jinan Pêkan e? / Dîlek Başalan
 
*Azadiyê Çi Ava Kir, Pîşesaziya Çandê Çi Bazar Kir? / Aylîn Karakaş
 
*Şoreşa Rojava û Nirxandinên Destkeftiyên Jinan li ser Têkoşîna Wan / Şîlan Baran.”