Polîsan berê gelek caran derheqê Gulistan Doku de jêpirsîn kirî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku polîsên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatine binçavkirin, beriya windabûna Gulistanê bi rêya POL-NET'ê gelek caran jêpirsîna derqanûnî kirine.

 
 
Digel ku di lêpirsîna Gulistan Doku de binçavkirin û girtin berdewam dikin jî di 27’ê Tîrmehê de di çarçoveya operasyoneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatiye destpêkirin de 18 kes hatine binçavkirin.
Hat zanîn ku hema hema hemû kesên hatine binçavkirin hêzên ewlehiyê ne û hat hînbûn ku van polîs û leşkeran di dîrokên cuda de bi riya sepana POL-NET’ê jêpirsînên derqanûnî li ser Gulistan kirine.
 
Belgeya ku JINNEWS’ê bi dest xistiye nîşan dide ku beriya windabûna Gulistanê, di 25’ê Mijdara 2019’an de, polîsekî bi navê M.K. ku li Ofîsa Cihê Malê ya Daîreya Polîsan a Dêrsimê dixebitî, di saet 16:14’an de bi karanîna sepana modula ewlehiyê ya POLCEP’ê Hejmara Nasnameya Komara Tirkiyeyê ya Gulistan Doku pirsiye. Her wiha derket holê ku heman polîs di navbera saet 08:08 û 08:47’an de çar caran û di 4’ê Kanûna 2019’an de jî saet 17:49’an carek Hejmara Nasnameya Komara Tirkiyeyê ya Gulistan Doku pirsî.
 
ROJEK BERIYA QETILKIRINA WÊ JÊPIRSÎN
 
Di belgeyê de tê gotin ku polîsekî din ê bi navê C.S. diyar kiriye ku Gulistan Doku di 4’ê Çileya 2020’an, saet 22:41’ê de, rojek beriya windabûna wê, di pergalê de lêgerîn çêbûye.
 
Polîs E.B. ku li Fermandariya Koma Qereqola Polîsan a Şehîd Nahit Bulut li Navçeya Navendî ya Dêrsimê dixebitî, di 5’ê Çileya 2020’an de, roja ku winda bûye, saet di 23:35’an de, bi karanîna Hejmara Nasnameya Komara Tirkiyeyê bêyî di qada danasînê de tu daneyan binivîsîne, di pergalê de li Gulistan Doku geriya. Rastiya ku “karta nasnameyê, belgeya ajotinê, ewlehiya taybet, danasîna sûc û wêneyên pasaportê” hatine nîşandan balkêş e.
 
Di belgeyê de her wiha tê gotin ku E.B. di heman rojê de gelek caran di pergalê de li Gulistan Doku geriyaye.