DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin 2022-07-04 13:10:55 ŞIRNEX - Gundiyên mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê ku bertek nîşanî veguhestina saetên ceyranê ya li ser dîrekan dan, rastî mudaxaleya cendirmeyan hatin, polîsan jî TOMA sewqî gund kirin.   Li mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê yên girêdayî gûndên Dîrsekliya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera tîmên Ceyranê yên Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku xwestin saetên ceyranê bikêşin ser dîrekan û gundiyan de nîqaş vegûherî aloziyê. Di aloziya ku derketî de bi sedan leşker bi sedan bombeyên gaza îsotê û bi tonan ava şid mudaxileyî gundiyan kir. Piraniya wan jin 6 kes ji ser hişê xwe çûn. Bi daxwaza cendirmeyan polîsan TOMA sewqî cihê bûyerê kirin. Li aliyê din sewqkirina leşkeran a gund jî didome.    MUDAXILEYÎ JINAN KIRIN   Di aloziya ku derketî de leşkeran 2 jin binçav kirin. Ji ber gundiyan bertek nîşanî binçavkirinê dan, jinên ku hatin binçavkirin hatin berdan.   6 KES BINÇAV KIRIN    Di êrişa leşkeran de welatiyên bi navên Y. Rûvanas, R. Rûvanas, M. Rûvanas, F. Rûvanas, S. Rûvanas û C. Rûvanas hatin binçavkirin.    Aloziya li gund didome.