Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin 2022-07-04 14:56:27   STENBOL - Dayikên Şemiyê bertek nîşanî beraetkirina 18 bersûcên di Doza JÎTEM’ê de dan û wiha gotin: “Leşker hatin parastin. Em vê biryarê nas nakin.”    Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn qindakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn. Şandeya dadgehê bi hinceta “delîl tune ne” ji bo her 18 bersûcan biryara beraetê da. Dayikên Şemiyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Komîsyona Li Dijî Windakirinên Di Bin Çavan De daxuyaniyeke nivîskî weşandin.   KÊ BIRYARA KOMKUJIYÊ DA?   Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî delîl û şahidan jî şandeya dadgehê leşker parastine û wiha hat gotin: “Wê demê ji me re bibêjin; çi bi van mirovên ku malbatên wan hestiyên wan ji bîrên mirinê derxistin û şopên îşkenceyê li ser hebûn bûye? Wê demê ji me re bibêjin; heke ev bersûcên tên darizandin bêsûc bin, wê demê kê Davût Altunkaynak li tabûra leşkerî li pêş çavên dayika wî îşkence kirin? Kê Davût ê di temenê lîstikan de înfaz kir û avêt bîrên mirinê? Kê fermana van da? Wê demê ji me re bibêjin; heke bersûc bêsûc bin wê demê kê li tabûrê li pêş çavên birayê Seyhan Dogan ê 11 salî îşkence li wî kirin? Kê Seyhan ê di temenê lîstikê de înfaz kir û avêt bîra mirinê? Kê fermana vê da?    Biryara dadgehê, biryareke derhiqûqî ye. Em vê biryarê nas nakin. Pergala darazê hewl dide kesên zarokên me winda kirine pak derxîne. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin. Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bi qasî kesên vî sûcî dikin, her wiha yên vî sûcî dinixûmînin û bêceza dihêlin jî di wijdana mirovahiyê de sûcdar in. Yên ku hiqûq û mafên bingehîn ên mirovan nas nakin û daraza ku edaletê pêk nayîne jî sûcdar e.”