Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir 2022-07-04 15:41:24   SEMSÛR - Xizmên windakiriyan ên bertek nîşanî beraetkirina 18 bersûcên di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dan, bi lêv kirin ku dozger di dadgehê de parêzeriya bersûcan kiriye û gotin: “Ji sûcên ku dewlet dike re ceza nîne.”   Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.   Şandeya dadgehê îdia kir ku delîlên teqez ên ku têkiliya bersûcan bi bûyerên navborî re diyar bike li holê nînin û bi vê sedemê jî biryara beraetê da. Malbatên windakiriyan bertek nîşanî biryarê da û gotin: “Dozger parêzeriya bersûcan kir.”     ‘JI SÛCÊN KU DEWLETÊ KIRIN RE CEZA NÎNE’   Birayê Seyhan Dogan a 14 salî ya hatiye windakirin, Hîznî Dogan, wiha got: “Tu dadgeh nikarin kiryareke ku dewletê kiribe ceza bike. Hindik be jî hêviya me hebû. Mirovên 13 salî şewitandin. Me got belku bi wijdan tevbigerin û em li benda cezakirina wan bûn.”   Hîznî Dogan, bi lêv kir ku piştî xwişka wî Seyhan Dogan hate binçavkirin li qereqolê dît û wiha berdewam kir: “Kesê ku hesaba zarokên li ser vê axê hatine qetilkirin bipirse nîne. Dema em tên binçavkirin, em neçar dimînin ku bêgunehiya xwe îspat bikin. Dema em tên qetilkirin jî em hewl didin îspat bikin ku em careke in bêguneh in. Me hestiyên wan ji bîreke 120 mîtro kûr derxistin. Cihê ku ew bîr lê ye di bin kontrola dewletê de ye. Îro li Kerboranê hûn ji kê bipirsin bipirsin, kê kesên hatine binçavkirin, binçavkirine dê ji we re bêje. Ez wê demê 11 salî bûm, min ew li qereqolê dîtin. Dayika dawit zarokê xwe di askiya Filistînê de dît. Lê dadgehê em nexistin şûna mirovan û şahidiniya me qebûl nekir.”   ‘DOZGER PAREZERIYA BERSÛCAN KIR’   Dogan, biryar weke dewama “konsepta zextê” ya di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve li dijî kurdan hat meşandin nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hezaran mirov weke kiryarên nediyar hatin windakirin. Îro tu dadgeh nikare bi rengekî serbixwe li ser van dozan biryarê bigire. Dadgehê bi biryara xwe îspat kir ku dewlet kujer e. Şandeya dadgehê got, ‘Dewlet kujer e, em nikarin ceza bidinê’. Kujerên ku bi armanca ewlekariyê neanîn dadgehê, ji vê hiqûqê hêz girtin. Mehmet Tîre li partiyeke din siyaset dikir û piştî ku me doz vekir, ew derbasî AKP’ê bû. Jê piştrast bû ku ‘ew ê neyên cezakirin’. Bersûcan di vê dozê de parastina xwe nekirin, dozger jî mîna parêzerên wan parastina wan kir. Dozger nêrînek amade kir û wan jî gotin ‘Em tev li tiştên dozger nivîsandî ne’.”   ‘DADGER ALÎ GIRT’   Bavê Davût Altinkaynak ê 12 salî ku hate windakirin, Abdulazîz Altinkaynak diyar kir ku di nava 7 salan de ew tev li 26 danşînan bûye û got: “Ji ber 'ewlekariyê' 7 sal in em hatin û çûn Semsûrê. Em hatin, lê rojek bi tenê jî kujerek derneket dadgehê. Ev biryar ne adilane ye. Li Tirkiyeyê edalet nîne. Dadger û dozger alî girtin. Eger bêalî tevbigeriyana, wê ew kujer îro li girtîgehê bûna. Dawid 12 salî bû, çi bi dewletê kir û hestiyên wî avêtin bîreke 120 metreyî kûr?”    ‘KUJER HATIN XELATKIRIN’   Altinkaynak, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev qereqol di bin fermana kê de ye? Ewlehiya mirovekî/e ku dibin wê dere dê ji kê were pirsin? Dewlet berpirsyar e. Mala Davût 50 mîtroyan ji qereqolê dûr bû. Hate binçavkirin û di bîreke kîlometreyekê dûr de hate dîtin. Heke Davût zarokekî tirk bûye, li Anatoliya Navîn, Trakya an jî Karadenîzê jiyabûya û kurdekî ew kuştibûya wê cezayê darvekirinê bidin wî. Lê mixabin Davût zarokekî kurd e û kujerê wî jî tirk e. Kujerên wan hatin xelatkirin. Kirin şaredar.”   Altinkaynak, diyar kir ku dema şandeya dadgehê biryar da îdia kir ku “negihiştine delîlên teqez” û wiha pê de çû: “Davût ji mala mamê xwe hate binçavkirin. Dayika wî dema li qereqolê îşkencekirin dît. Min bi xwe hestiyên Davût ji bîrê derxistin. Saziya Tiba Edlî bi xwe got ‘hestî aydê Davût in’. Îfadeyên şahidan yên bersûcan hene. Lê dadgeh dibêje ‘me delîl nedîtin.’”   ‘EM CAREKE DIN HATIN QETILKIRIN’   Kurê Mehmet Emîn Aslan ê di 19 saliya xwe de hate windakirin, Kasim Aslan jî anî ziman ku bêyî bavê xwe bibine mezin bûye û wiha got: “Min bavê xwe ji wêneyan û vegotina mirovên xwe nas kir. Pîra min bêyî ku hestiyên bavê min bên dîtin jiyana xwe ji dest da. Temenê bapîrê min jî tê ra dîtina hestiyan kir lê tê ra edaletê nekir. Kesên tên binpêkirin em in, kesên zext lê tê kirin em in, tevî her tiştî jî kesên edaletê dixwazin em in. Me hinekî hêvî dikir ku edalet bi cih were, lê îro bi vê biryarê re em careke din hatin qetilkirin.”   ‘EM Ê BIRYARÊ BIBIN DMME’YÊ’   Kekê Nedîm Akyon ê 16 salî hate windakirin, Ahmet Akyon jî bi bîr xist ku di encama têkoşîna malbatan da hestiyên xizmên xwe dîtin û wiha axivî: “Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê vê biryarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Ev biryar ne biryara şandeya dadgehê ye, biryara dewletê ye. Em malbat ji her danişînê re ji bajarên cuda tên. Tişta me ji danişînan fêhm kir, kesên hatine windakirin ji bo dewletê hatin kuştin û kujerên wan jî ji bo vê bêsûc hatin dîtin. Çawa ku dewletê di dema pêkanîna vî sûcî de ev kujer parastin, îro jî bi biryara ku wergirtî re parastina wan domand. Cihê ku biryar lê derdikeve ne edliye ye, qesrên ku biryarên yekalî didin e.”