ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-05 09:00:07   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir mijarên di rojevê de yên têkildarî meseleya kurdî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û got, muxalefet divê di warê çareserkirina meseleya kurdî ya bi rêyên demokratîk xwedî helwest be û muxatabên wê esas bigire.    * Hevseroka Genel-Îş a Şaxa Êlihê Nalîn Erol destnîşan kir ku Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dixwaze 30 karkeran ji kar derxe û got, bi xala 35'an a li KHK'ê hatiye barkirin karker tên îxrackirin.    * Necdet Erîk ku her du milên wî hatine jêkirin û nigê wî bi birîn e bi hinceta "dibe ku bireve" hatiye girtin. Birayê wî Abîdîn Erîk destnîşan kir ku birayê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 484'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 14'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Amedê dê di roja 232'yemîn de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * KESK wê têkildarî doza li SES'ê hatiye vekirin û biryara girtinê dê li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * DFG û MKGP têkildarî 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hatin girtin dê li Qada Ûlûsa Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz a ku ji bo rakirina parêzbendiya wê Komîsyona Amadekariyê hatiye amadekirin dê parastina xwe bike. (14.00)