Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin 2022-07-05 09:02:32   STENBOL - Necdet Erîk ku her du milên wî hatine jêkirin û nigê wî birîndar e bi hinceta "dibe ku bireve" hatiye girtin. Birayê wî Abîdîn Erîk destnîşan kir ku birayê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.    Di 9'ê Adara 2016'an de li gundê Hanarabe û Xirbêreş ên bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve du malbat ji ber erdan bi çekan bi hev ketine. Di şer de Eyup Yildirim jiyana xwe ji dest daye. Ji ber mirina Yildirim Necdet Erîk di heman rojê de hatiye binçavkirin û piştî kontrolkirina swapê hatiye berdan. Piştî vê malbata Yildirim bi rêya parêzerên xwe îtiraz kiriye. Bi vê îtirazê re dadgehê biryar daye ku Erîk bê zevtkirin. Erîk bi qasî 7 salan xwe daye alî. Lê piştî 6 salan di 24'ê Gulana 2022'yan de li Rihayê ceryan bi Erîk girtiye û ewilî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûr ya Başakşehîra Stenbolê hatiye kirin.  Erîk li vir demekê hatiye dermankirin û milê wî yê çepê ji enîşkê ve hatiye jêkirin. Ji ber birînên milê wî yê rastê vê carê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê hatiye kirin. Li vir jî milê wî yê rastê hatiye jêkirin. Erîk li vir ji ber ku derbarê wî de biryara zevtkirinê hatibû dayîn hatiye binçavkirin.   Erîk di 29'ê hezîranê de sewqî Edliyeya Kartalê hatiye kirin û bi rêya SEGBÎS'ê tev li dadgehê bûye. Parêzerên wî bal kişandine ser rewşa tenduristiya wî û parastine ku muwekîlê wî ji ber du şahidên derewîn reviyaye û xwestine bi awayekî negirtî bê darizandin. Lê belê dadgehê diyar kiriye ku dibe ku bireve û bi îdiaya "kuştina bi qestî" Erîk girtiye û ew şandiye Girtîgeha Maltepeyê.    BERTEK NÎŞAN DA   Abîdîn Erîk bertek nîşanî girtina birayê xwe da. Erîk bi lêv kir ku yê ku Yildirim kuştiye ne birayê wî ye û got: "Birayê min bavê 7 zarokan e. Heke bihata girtin dê kesî debara malbata wî nekirina û zarokên wî perîşan bûbûna. Ji ber vê neçû dadgehê. Digot, 'dibe ku tiştek bibe, qebehetekê têxin stuyê min'."    ‘BERPIRS TEDAŞ E’    Erîk ji bo bûyera hatiye serê birayê wî jî diyar kir ku berpirs TEDAŞ e û wiha got: "Necdet gava derketiye derve dîtiye ku têlên ceryanê li erdê ne. Ceryan di wan têlan de tune bûye. Necdet wan têlan dide qeraxê. Gava wisa dike ceryan pê digire. Diviyabû TEDAŞ wan têlan biguheranda, lê tenê têlan heya sê meyteryan daxitiye jêrê. Sûcdar TEDAŞ e."    Erîk bi lêv kir ku dê giliyê TEDAŞ'ê bikin.     ‘BILA LI MALÊ BÊ DERMANKIRIN'   Erîk destnîşan kirin ku nigê birayê wî û hin deverên laşê wî jî bi birîn in û wiha axivî: "Bijîşk dibêjin gere li malê bê dermankirin. Dadger bêyî ku tiştekî ji Necdet bipirse got, 'Ez te digirim û dişînim girtîgehê' Li wir bi sedyeyê Necdet birin girtîgehê."    Erîkda wiha berdewam kir: "Necdet nikare li xwe miqate be. Tim xwêdan dde. Xwêdan dikeve çavê wî. Tim avê dixwaze û qethiyen nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Laşê wî hesas e, dibe ku mîkrop bigire, enfeksiyonê bigire." Erîk destnîşan kir ku demildest divê birayê wî bê berdan û sewqî nexweşxaneyê bê kirin.    Erîk da zanîn ku bi rêya parêzeran îtiraz kirine û birayê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.