Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir 2023-03-31 16:20:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Ceyranê ya Herêma Kurdistana Federe ragihand ku ji ber rawestandina hilberîna petrolê ya li Germiyan û Xurmalê qutbûna ceyranê ya 330 megawat çêbûye.    Dadgeha Tehkîmê ya Navnetewî di 25’ê adarê de biryar da ku Herêma Kurdistana Federe bêyî Iraqê nikare petrolê bifiroşe.    Wezareta Ceyranê ya Herêma Kurdistana Federe, ragihand ku piştî biryara dadgehê ji ber rawestandina hilberîna petrolê ya ji bîrên petrolê li Herêma Kurdistanê hilberîna ceyranê jî kêm bûye.    Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hilberîna ceyranê ya santrala ceyranê ya li Germiyanê 80 megawatt, ya li santrala Xurmal a li Hewlêrê jî 250 megawatt kêm bûye. Bi komî 330 megawatt hilberîna ceyranê kêm bûye.”